Reenkarnasyon

Reenkarnasyon an jî wegerandina canê, konsepteke felsefî an dînî ye; ligorî wê konseptê, piştî mirina biyolojîk, cewhera ne-madî ya zindiyekî di şêwe an laşekî fizîkî yê cuda de dest bi heyateke nû dike.[1] Di piriya baweriyên têkildariya reenkarnasyonê de, canê însan nemir e û piştî têkçûna laşê fizîkî winda nabe. Piştî mirinê, can tenê derbasî laşê pitikeke nûbûyî an heywanekî dibe da ku nemiriya xwe bidomîne.
Reenkarnasyon baweriyeke bingehîn a dînên Hindistanê wekî hinduîzm, budîzm, caynîzm û sîkhîzmê ye.[2] Ew bawerî bi awayên curbecur di nav hin şaxên yahûdîtiyê, dînên pagan (di nav de wîka) û gelên xwecihî yên Amerîkayê û Awistralyayê (herçend piriya wan baweriya xwe bi heyatê piştî mirinê an cihana canan tînin jî) de wekî baweriyeke esoterîk (veşartî/taybet) derdikeve pêş. Hin kesayetiyên tarîxî yên yewnana kevn, wekî Pîtagoras, Sokratês û Platon, bawerî bi ji reenkarnasyonê an koçkirina canan (metempsîkozî) anîne zimên.[3]
Herçend piriya mezhebên di nav dînên îbrahîmî de bawer nakin ku kes ji nû ve têne heyatê, lê hin komên taybet ên di nav wan dînan de behsa reenkarnasyonê dikin; di nav wan koman de şopînerên tarîxî û hemçax ên katarîzmê, elewî, yahûdiyên hasîdî, durzî, kabala, rastafarî û rosîkrûsiyan hene. Lêkolînên zanistî yên dawî, têkiliyên tarîxî yên di navbeya mezhebên cuda û baweriyên wan ên derbarê reenkarnasyonê de lêkolîn kirine. Ew lêkolîn nêrînên neoplatonîzm, orfîzm, hermetîzm, manîheyîzm û gnostîzma çaxa Romayê, û herwiha yên di dînên Hindistanê de jî li ber çavan digire.[4] Di dehsalên dawî de, gelek ewropî û amerîkiyên bakur eleqeyek temsîlî li ser reenkarnasyonê dan, û eserên wê çaxê carinan behsa wê meseleyê dikin.[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Juergensmeyer, Mark; Roof, Wade Clark (2011). Encyclopedia of Global Religion. SAGE Publications. rr. 271–272. ISBN 978-1-4522-6656-5. Ji orîjînalê di 31 adar 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 îlon 2016.
- ↑ Flood, Gavin D. (1996), An Introduction to Hinduism, Cambridge University Press
- ↑ Taliaferro, Charles; Draper, Paul; Quinn, Philip L. (19 kanûna paşîn 2010). A Companion to Philosophy of Religion (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. r. 640. ISBN 978-1-4443-2016-9.
- ↑ McEvilley, Thomas (7 sibat 2012) [2002]. The Shape of Ancient Thought: Comparative Studies in Greek and Indian Philosophies. New York: Simon and Schuster. ISBN 9781581159332. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2025.
- ↑ Chart of some recorded occurrences of terminology in English