Here naverokê

cerg

Ji Wîkîferhengê, ferhenga kurdî

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Dil û cerg.

cerg m

  1. (anatomî) Organa leşî ya xwarinê dihelîne û jehran diruxîne.
    Hevmane: cegera reş, mêlak, kezeba reş, pişa reş
    • 1683, Ehmedê Xanî, Nûbihara Biçûkan:
      ظهر پشته سره ناڤک جوف ناڤ
      کبد جرگه کلیه گرچک کدنه بز
      روڤین امعاء مرارت هم ظراڤ
      Z̤ehr-i puşt e; sirre navik; cewf-i nav
      Kebd-i cerg e; kulye gurçik; kidne bez
      Rûviyin emʿaʾ; meraret hem z̤irav
    • ~ 1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
      خونی د دڤ و گپی وه هاڤیت
      زینا کو دصد برین لجرگی
      چو حالت فوت شادمرگی
      Xwînê di dev û gepê we havêt
      Zîna ko diṣed birîn li cergê
      Çû ḥalet-i fewt-i şadimergê
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      رنجیده کر مسکین غریب ترکا دل احباب دا
      محبوب و ریحان پر گلاڤ کر کر لمن جرگ و هناڤ
      زهرا هلاهل بو د ناڤ لو ساقی او جلاب دا
      Rencîde kir miskên x̣erîb; terka dil-i eḥbab-i da
      Meḥbûb û reyḥan pir gulav; ker kir li min cerg û hinav
      Zehra helahil bû di nav; lew saqî ew cullab-i da
  2. (anatomî) Organa leşî ya nefes pê têt kişandin.
    Hevmane: cegera spî, pişa spî, kezeba spî
  3. Dil, qelb, hinav.
    Cerg li min sot. ― Dilê min şewitand.
  4. (mecazî) Cesaret, bistehî, wêrekî, curet.
  5. Tê gotin bo kesên gelek ezîz li def mirovî, herwiha bu zarokên mirovî jî tê gotin.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]