Here naverokê

ew

Ji Wîkîferhengê, ferhenga kurdî

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈɛw/
  • Deng (Amed): guhdar bikeⓘ(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bikeⓘ(file)
  • Kîtekirin: ew

Cînav

[biguhêre]
Yekjimar Pirjimar
Mê û nêr ew ew

ew

  1. (yekjimar) Kesê sêyem; kesa/ê yan heywana/ê yan tişta/ê ku behs li ser e ji bilî ya/yê ku diaxive û ya/yê ku bo tê axiftin.
    Ew hevalê min e.
    Min ew nedît.
    • 2023, Mehtab Îdelî, “Zayenda zarokan”, li ser Bîrnebûn, hejmar 86, rûpel 79:
      Eger ew di hundirê rûvîyan de bimaya û wekî xortum dirêj bûbûya, dibû lawik, lê eger şilava kesk a hundirê rûvîyan li ber wê biherikîbaya dibû keç.
  2. (pirjimar) Kesên sêyem; kesên yan heywanên yan tiştên ku behsa wan tê kirin ji bilî yên ku diaxivin û yên ku bo tê axiftin.
    Ew hevalên min in.
    Min ew nedîtin.
  3. Tê gotin ji wî kesê ku mirov navê wî nezane an jî ji bîr kiriye.
  4. ewk

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]
Cînavên kesîn
Yekjmar Pirjimar
Navkî Çemandî Navkî Çemandî
Kesê 1em ez min em me
Kesê 2em tu te hûn we
Kesê 3em Dûr ew nêr wî ew wan
mê wê
Nêzik ev nêr vî ev van
mê vê

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî ئەو (ew), zazakî o, farisî او (o), hemû ji proto-îranî *ewe-. Di kurmancî de wê ji "ew + ê", wî ji "ew + î" û wan ji "ew + an" e. o (“ew”) ya tirkî ji zimanekî îranî ye, ol û an yên tirkî yên bi wateya "ew" di bin bandora zimanên îranî de yan winda bûne yan jî wek ya îranî guherîne û bûne o. Serekaniya peyva "ew" di proto-hindûewropî de ne diyar e lê belkî *éy (“yê, ê - îngilîzî the”) yan jî *h₂eu- be ku bi forma xwe ya *h₂eutos serekaniya peyva αὐτός (autós, “xwe”) yûnaniya kevn e ku niha di gelek zimanan de wek auto- û di kurdî de jî ji ber bandora bilêvkirina fransî oto- ye, wek otobûs, otomobîl, otonom...

Tewandî

[biguhêre]
  • Mê: wê, (ewê)
  • Nêr: wî, (ewî)
  • Pirjimar (mê û nêr): wan, (ewan)

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Cînavên kesîn, kesê sêyem:

  • Soranî: (yekjimar): ئەو (ew); (pirjimar): ئەوان (ewan)
  • Kurdiya başûrî: (yekjimar): ئەۊ (eẅ); (pirjimar): ئوان (wan)
  • Zazakî: (yekjimar, mê): a; (yekjimar, nêr): o; (pirjimar): ê

Werger

[biguhêre]